XWENDKARAN LI MAXMÛRÊ JI BO PIŞTGIRIYA XWEZAYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ LI ROJAVA MEŞÎN

XWENDKARAN LI MAXMÛRÊ JI BO PIŞTGIRIYA XWEZAYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ LI ROJAVA MEŞÎN

Xwendkarên li Kampa Şehîd Rûstem Cudî ya Maxmûrê dixwînin, ji bo piştgirîdayîna daxwaza gelê Rojava ya perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî meşiyan. Xwendkarên hemû astên perwerdeyê yên kampê di 5 kortejan de ber bi Meydana 4’ê Nîsanê ve meşiyan.

Di dema meşê de xwendkaran posterên Rêber Apo hildan û pankartên bi nivîsên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me nasnameya me ye” û “Bijî Serok Apo” vekirin. Piştî meşê, xwendkaran li Meydana 4’ê Nîsanê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li dijî gelê Kurd û hate gotin ku Kurd ji bo parastina nirxên xwe di dîrokê de her dem bedelên giran dane.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wekî gelê kampê qebûl nakin ku zimanê Kurdî di perwerdeyê de bi saetan were sînordarkirin. Her wiha rawestana gelê Rojava, bi taybetî xwendkarên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, hat silavkirin.

Di berdewamiyê de bang li hemû partî, rêxistin û rewşenbîrên li her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku berpirsiyariyên xwe li hember azadiya gelê Kurd û Kurdistanê pêk bînin û li hember neheqiyên ku li gelê Rojava tên kirin bêdeng nemînin. Her wiha ji rêveberiya Sûriyê hate xwestin ku zû ji hişmendiya xwe ya li ser înkarkirina Kurdan dûr bikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pirsgirêkên gelê Kurd û gelên herêmê divê di çarçoveya Pêvajoya Entegrasyona Demokratîk de bên çareserkirin û mafê herî rewa yê perwerdeya bi zimanê dayikê divê were nasîn.

Share this content:

Post Comment