KCDK-E Û TJK-E JI BO 15’Ê ÎLONÊ LI STRASBOURGÊ BANG LI GEL Dikin: “TECRÎD DIVÊ BIQEDÎ, MAFÊ HÊVÎYÊ DIVÊ BÊ JIYANDIN”
Saziyên seranserê Ewropayê yên Kurdistanî KCDK-E û TJK-E ragihandin ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û pêkanîna “mafê hêviyê”, dê di 15’ê Îlonê de li pêşiya Konseya Ewropayê li Strasbourgê çalakiyeke girseyî li dar bixin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di meha Îlonê de mijara “mafê hêviyê” careke din li ser maseyê bîne û ev yek qonaxeke girîng e. Saziyan bang li dewletên Ewropayê kirin ku zexta li ser Tirkiyeyê zêde bikin û ji bo bicihanîna biryarên Konseya Ewropayê gavên konkret bavêjin.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya vê kampanyayê de dê di 9’ê Îlonê de li Berlin, Bruksel, Den Haag, Bern, Viyana, London, Roma, Parîs, Kopenhag, Oslo, Göteborg û Atîna, herwiha li pêşiya parlamentoyên Avusturalya û Kanada çalakiyên girseyî bên lidarxistin.
Navenda vê pêla çalakiyan dê di 15’ê Îlonê de Strasbourg be. KCDK-E û TJK-E bang li hemû kesan kirin ku roja Sêşemê, 15’ê Îlonê, saet 11.00 li pêşiya Konseya Ewropayê kom bibin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di Girtîgeha F-Tîpa Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Hate bibîrxistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) di sala 2014’an de prensîba “mafê hêviyê” nas kiriye, lê tevî derbasbûna zêdetirî deh salan biryara hanê hê jî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehatiye bicihanîn.
“AZADIYA RÊBER APO XETA SOR A ME YE”
KCDK-E û TJK-E di daxuyaniyê de bal kişandin ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û gotin ku tecrîd divê biqede. Li gorî daxuyaniyê, heya ku dîwarên tecrîdê neyên hilweşandin, ne ji aştiyê û ne jî ji çareseriya demokratîk dikare were axaftin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku danûstandin dikare tenê di şert û mercên wekhev û bi îradeya azad a Ocalan re bi ser bikeve. Ji ber vê yekê, pêkanîna “mafê hêviyê” wekî daxwazeke bingehîn hat destnîşankirin.
Saziyên Kurdistaniyan ên Ewropayê herwiha bang li dewlet û sazîyên Ewropayê kirin ku li hember mijara Kurdî û tecrîdê berpirsiyariyên xwe bi ciddî pêk bînin.
BANG LI KONSEYA EWROPAYÊ Û DEWLETÊN EWROPAYÊ
KCDK-E û TJK-E daxwaz kirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna Îlonê de “mafê hêviyê” bi biryarekê ve girêbide û bang li dewleta Tirkiyeyê bike ku vê mafê bi lez pêk bîne.
Saziyan bang li gelê Kurd, parêzvanên demokrasî û mafên mirovan û hemû kesên ku dixwazin aştiyê were dîtin kirin ku beşdarî çalakiya 15’ê Îlonê ya li Strasbourgê bibin.
Daxwazên bingehîn ên çalakiyê wiha hatin rêzkirin:
- Abdullah Ocalan divê azad bibe û tecrîd divê bê derengî were rakirin.
- “Mafê hêviyê” divê di demeke kurt de bê jiyandin.
- Şert û mercên çareseriya demokratîk û danûstandina wekhev divê bên dabînkirin.
Dîrok: 15’ê Îlona 2026’an
Cih: Li pêşiya Konseya Ewropayê, Strasbourg
Saet: 11.00
Share this content:



Post Comment