ZÜLFÛ LİVANELÎ: DIVÊ HUNERMENDAN BIBIN “AJÎTATORÊN AŞTIYÊ”

ZÜLFÛ LİVANELÎ: DIVÊ HUNERMENDAN BIBIN “AJÎTATORÊN AŞTIYÊ”

Muzîkjen û nivîskar Zülfü Livanelî diyar kir ku ji bo bihêzkirina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, desthilatdar divê gavên berbiçav ên ku baweriya civakê xurt dikin bavêje. Livanelî got ku hunermend divê rola xwe ya parêzvanên aştiyê bi awayekî xurtir pêk bînin. Wî herwiha destnîşan kir ku serbestberdana Selahattin Demirtaş dê baweriya civakê bi pêvajoyê xurt bike.

Livanelî di çarçoveya 1’ê Îlonê, Roja Cîhanî ya Aştiyê de daxuyaniyên xwe da û hêviya xwe ji bo ku ev roj bibe derfeteke nû ji bo aştiyê anî ziman.

Livanelî bal kişand ser girêdana rasterast a çand û hunerê bi aştiyê re û got ku yek ji karên bingehîn ên hunerê derxistina hestên başî û empatiyê yên di hundirê mirovan de ye. Wî diyar kir ku teşwîqkirina şer û mirinê nikare bibe huner û got ku huner bi hemû şaxên xwe divê xizmeta aştiyê bike.

Li gorî Livanelî, huner mirovan dike ku êşa kesê li beramberî xwe fam bikin û bi wî re empatiyê bikin. Wî got ku kêmkirina mirinên di şeran de tenê bo hejmaran, dihêle ku mirov êşên rastîn ên hatine jiyîn baş nefam bike. Li aliyê din, huner bi nîşandana êşa kesekî an malbatekê hestên civakî xurt dike.

Livanelî diyar kir ku çandên hemû gelên cîhanê hêja û rêzdar in û got ku rêzgirtina ji çand, ziman û muzîka cuda dê nêzîkbûna gelan û aştiyê xurt bike.

“DIVÊ GAVÊN KU BAWERIYA CIVAKÊ XURT DIKIN BÊNE AVAKIRIN”

Livanelî diyar kir ku di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de hunermend û rewşenbîr divê berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. Wî bi bîr xist ku di borî de jî beşdarî xebatên li dijî şer û ji bo aştiyê bûye.

Wî bal kişand ser pêdiviya gavên baweriyê ji bo ku pêvajoya aştiyê ji aliyê civakê ve bêtir were xwedîderketin û serbestberdana Selahattin Demirtaş wek yek ji van gavên girîng nîşan da.

Livanelî got ku girtina rêberê siyasî ku aştiyê parastiye, ji bo gelek salan li girtîgehê, di civakê de pirs û gumanan çêdike. Li gorî wî, serbestberdana Demirtaş dê baweriya civakê bi pêvajoyê zêde bike.

Livanelî diyar kir ku ji aştiyê bêhtir peyvek hêja tune ye û got ku dawîhatina pevçûn û mirinan û vegerîna mirovên ji hev dûrketî cem hev, yek ji mezintirîn xwestekên jiyana wî ye.

“KU CİHÊ PEVÇÛNÊ AŞTIYÊ BIGIRE, TIŞTEKE ŞADKER E”

Livanelî got ku bangewaziya Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê bi kêfxweşî pêşwazî dike û bi bîr xist ku di welatên cuda de pevçûnên salan bi rêya danûstandinan hatine dawîkirin.

Wî diyar kir ku li Tirkiyeyê jî salên dirêj êş û windahiyên mezin hatine jiyîn û got ku mirina ciwanên ku di aliyên cuda yên pevçûnê de bûn, birînên kûr li civakê hiştine.

Livanelî got ku cihgirtina aştiyê li şûna tundî, çek û pevçûnê tiştekî kêfxweşker e. Lê wî bal kişand ser pêdiviya gavên berbiçav û aramker ji bo rakirina pirs û gumanên ku di civak û vicdanan de çêbûne.

Livanelî dîsa got ku li gorî baweriya wî ya kesane, ev gav dikare bi serbestberdana Selahattin Demirtaş dest pê bike.

Share this content:

Post Comment