MUSTAFA KARASU: DIVÊ DERÎYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN

MUSTAFA KARASU: DIVÊ DERÎYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, diyar kir ku nîqaşên li ser protokolên civînên Îmraliyê zemînek ji bo provokasyonan amade dikin û got ku ji bo derbaskirina vê rewşê divê rê li ber têkiliya rasterast a Abdullah Öcalan bi raya giştî bê vekirin.

Karasu di bernameyeke taybet a Medya Haberê de bersiva pirsên rojnamevan Erdal Er da û nirxandinên girîng li ser pêşketinên rojevê kir.

Karasu got ku Qanûna Çarçoveyê ya ku ji Meclîsê derbas bû, bi tena serê xwe dê pirsgirêka Kurd çareser neke, lê ji bo destpêkirina pêvajoyê gavêke girîng e. Wî diyar kir ku nîqaşên li ser statûya Abdullah Öcalan berdewam dikin.

Karasu bi girîngî tekez kir ku bê ku Abdullah Öcalan rasterast bikeve nav pêvajoyê, ev pêvajoya nayê birêvebirin û got ku divê pêvajoyê bi xwe Öcalan rêve bibe.

Wî her wiha got ku ger bêçekbûn dê pêk were, divê ev pêvajo jî di bin pêşengiya Öcalan de were birêvebirin. Karasu diyar kir ku pêvajo ne tenê dikare bi şêwaza “çekan bihêlin û werin” were nîqaşkirin.

Karasu got ku ger vegera Tirkiyeyê pêk were, armanc ew e ku li wir têkoşîna demokratîk û siyasî bê meşandin. Wî got: “Divê Rêbertiyê pêvajoyê bi xwe rêve bibe. Ger bêçekbûn dê pêk were, divê ew jî ji aliyê Rêbertiyê ve bê birêvebirin. Wisa nabe ku bêjin, ‘hûn çekan bihêlin û werin’. Ti tiştekî wisa tune ye. Em behsa wisa berdana çekan nakin. Ger vegera Tirkiyeyê pêk were, em dixwazin li wir têkoşîna demokratîk û siyasî bidin meşandin.”

Share this content:

Post Comment