LI MAXMÛRÊ BI BONEYA 1’Ê ÎLONÊ MEŞA BI MEŞALE HAT ORGANÎZEKIRIN

LI MAXMÛRÊ BI BONEYA 1’Ê ÎLONÊ MEŞA BI MEŞALE HAT ORGANÎZEKIRIN

Meclîsa Îştarê, bi boneya Roja Cîhanî ya Aştiyê ya 1’ê Îlonê li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr) bi dirûşma “Jin di ronahiya Manifestoyê de Civaka Komînal û Demokratîk ava dikin” meşek bi meşale organîze kir.

Rêveber û endamên Meclîsa Îştarê, saziyên civaka sivîl û rêxistinên civakî û gelek welatiyan beşdarî meşê bûn. Meş ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Parka Şehîd Delîla domand.

Di dema meşê de posterên Serok Apo, alayên Meclîsa Îştarê û pankartên nivîsandî “Dem Dema Îştarê ye” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Aştî” hatin gotin.

Jinên ciwan bi cil û bergên herêmî û erbane beşdarî meşê bûn û rengê taybet dan çalakiyê.

Piştî ku meş li Parka Şehîd Delîla bi dawî bû, daxuyaniyek hate dayîn. Piştî ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê hate rawestan, daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Jinên Ciwan Kajîn Özek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî wêranîya mezin a Şerê Cîhanê yê Duyemîn û mirina bi milyonên mirovan, 1’ê Îlonê li gelek welatan bûye roja bîranînê û bangewaziya aştiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 1’ê Îlonê tenê roja bîranîna kesên ku di şeran de jiyana xwe ji dest dane nîne, lê di heman demê de rojek e ku encamên şerê li ser civakan careke din tên nirxandin.

Hat destnîşankirin ku şer jiyan û malbatan perçe dike, mirovan ji cihên wan dûr dixe û birînên ku salan li ser civakan dimînin ava dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kampa Şehîd Rûstem Cûdî yek ji nimûneyên herî eşkere yên rastiya koçberkirin û zordariya ku ji şeran derdikeve pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dîroka Maxmûrê nîşan dide ku pirsgirêkên dîrokî ne bi koçberkirin, zordarî û bêdengkirinê, lê bi rêbazên siyasî û demokratîk dikarin werin çareserkirin. Hate gotin ku aştiya rastîn tenê bi rawestandina çekan nayê avakirin û divê li ser bingeha diyalogê, wekheviyê, dadmendiyê û rêzgirtina mafên hemû gelan bê avakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî deriyek girîng veke. Ji bo pirsgirêkên ku bi salan bi şer û zordariyê nehatine çareserkirin, bang li aliyên têkildar hate kirin ku bi axaftin, diyalog û rêbazên demokratîk çareserî bên dîtin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal kişand ser rola jinan di pêvajoya aştiyê de. Hat diyarkirin ku jin tenê êş û wêranîya şerê najîn, lê di parastina civakê, rêxistinkirinê û ji nû ve avakirina jiyanê de jî roleke girîng dilîzin. Hate gotin ku bê azadiya jinan û beşdarbûna wan di pêvajoyên biryargirtinê de, aştiya domdar dijwar e.

Di dawiyê de ji hemû hêzên siyasî û civakî hat xwestin ku gavên ber bi diyalogê û çareseriyên demokratîk ve bavêjin. Hate gotin ku divê zimanê şer û pevçûnê cihê xwe bide zimanê aştiyê, rêzgirtinê û hevjiyana wekhev.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 1’ê Îlonê divê bibe rojek ku tê de “na ji şer û belayê, erê ji aştiyê û diyalogê; na ji koçberkirin û wêranîyê, erê ji jiyan, azadî û hevjiyana gelan” bê gotin. Di dawiyê de hate dubarekirin ku aştiya domdar tenê dawîna şer nîne, lê avakirina jiyaneke ewle, azad û wekhev e û soza xebatê ji bo aştiyê, azadiya jinan û jiyaneke demokratîk hate nûkirin.

Share this content:

Post Comment