AMEDSPOR LI DIYARBAKIRÊ TRABZONSPOR BI 2-1Ê TÊK BIR
Di hefteya 3’an a Lîga Supera Trendyol de, Amedspor li Stadyuma Tahir Elçî mêvandariya Trabzonsporê kir û bi encama 2-1ê serketina duyemîn a sezonê bi dest xist. Amedspor ku di maçê de 1-0 paşde ketibû, di beşa dawî ya lîstikê de bi golên xwe serketin bi dest xist û bi sê xalên ji meydanê derket.
Nêzîkî 33 hezar alîgirên Amedsporê Stadyuma Diyarbakırê tijî kirin û berî maçê û di dema lîstikê de bi slogan û tezahûratên xwe piştgirî dan tîmê xwe.
Amedspor ku maçê bi bandor dest pê kiribû, li deriyê golê digeriya, lê Trabzonspor di 11’emîn deqîqeyê de piştî êrîşeke bilez derbasî pêşketinê bû. Muhammed Salah, ku bi pasa Muçî ya li pişt parastinê gihiştibû topê, di pozîsyona ku bi golparêz re rû bi rû bû de şûta xwe kir û top xist torê. Bi vî awayî Trabzonspor 1-0 pêş ket.
Piştî golê, Amedspor zexta xwe zêde kir û ji bo golê hevkêşiyê li deriyê Trabzonsporê zêdetir êrîş kir. Di deqîqeyên zêdekirî yên nîvê yekem de, di êrîşa Amedsporê de top li destê lîstikvanê parastinê ket û hakem penalti da.
Diagne ku penalti avêt, şûta wî ji aliyê golparêz Onana ve hate derxistin. Yira Sor ku topa vedigere şopand, top xist torê û skoru kir 1-1. Nîvê yekem bi vê encamê qediya.
Di nîvê duyem de Amedspor zexta xwe ji bo gola serketinê domand û di deqîqeyên dawî de gola ku digeriya dît. Di deqîqeya 89’an de Gift Orban, ku bi pasa Mehmet Yeşil di qada penaltiyê de gihiştibû topê, bi şûta xwe top xist torê û Amedspor 2-1 pêş xist.
Di deqîqeyên mayî de golên din çêneketin û Amedspor bi serketina 2-1 ji meydanê derket. Bi vê encamê Amedspor xala xwe gihand 6’an û Trabzonspor bê xal ji Diyarbakırê vegerand. Trabzonspor jî di 4 xalên de ma.
Di hefteya 4’an a lîgê de Amedspor dê li derveyî malê bi Kasımpaşa re lîstikê bike. Trabzonspor jî dê li mala xwe mêvandariya Gençlerbirliği bike.
Share this content:



Post Comment