TRUMP LI DIJÎ ÎRANÊ ŞEREKE ABORÎ Û TECRÎDEKE BERFIREH DEST PÊ KIR
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku li dijî Îranê şerekî aborî û tecrîdeke “bê mînak” dest pê kiriye û got ku paketê herî giran ê cezayên aborî li dijî Tehranê hate destpêkirin.
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Truth Social de got ku wî berê derfetek mezin da Îranê ku bigihîje lihevkirinekê, lê Tehranê ji vê derfetê sûd wernegirt.
Serokê DYEyê got ku îro herî zexttirîn tedbîrên aborî yên ku heta niha li dijî welatekî hatine girtin hatine ragihandin û bi vî awayî pêvajoyeke nû ya zexta aborî li dijî Îranê dest pê kiriye.
Trump îdia kir ku hêza leşkerî ya Îranê gelek lawaz bûye, pereya welêt nirxê xwe winda kiriye û Îran di nav krîzeke mezin a aborî de ye. Wî herwiha got ku her welatek ku alîkariya aborî ji Îranê re bike dê bi cezayên giran re rû bi rû bimîne.
Trump diyar kir ku ew ê rê nadin saziyên darayî, şirket, balafirgehan an dezgehên dewletê ku ji Îranê re piştgirî bidin. Li gorî wî, welatên ku di van hevkariyan de beşdar dibin jî dê encamên giran ên aborî bibînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanc rawestandina hemû çalakiyên aborî yên ku bi qaçaxçiliya neftê, rêyên takasê, veguheztina pereyan, buroyên diravê, qeydên keştiyan û şirketên navber re tên meşandin e.
Trump bang li hemû hevalbendên DYEyê kir ku ji bo tecrîdkirina Îranê li gel Washingtonê bisekinin.
Share this content:



Post Comment