ITTÎFAQA HÊZÊN SIYASÎ YA ROJHILATÊ KURDISTANÊ KUŞTINA MEHDÎ TEWEKULÎ Û MALBATA WÎ ŞERMEZAR KIR

ITTÎFAQA HÊZÊN SIYASÎ YA ROJHILATÊ KURDISTANÊ KUŞTINA MEHDÎ TEWEKULÎ Û MALBATA WÎ ŞERMEZAR KIR

İttîfaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê li ser kuştina hunermend û çalakvanê Kurd Mehdî Tewekulî, diya wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî daxuyaniyek nivîskî belav kir û êrîş şermezar kir. İttîfaqê herwiha bang li hêzên civaka sivîl a Îranê kir ku bi hev re têkoşînek hevpar pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 27’ê Tîrmeha 2026’an de li ser riya navbera Bane û Merîwanê, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de, Mehdî Tewekulî yê ji Sineyê, diya wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî jiyana xwe ji dest dan.

İttîfaqê diyar kir ku êrîşên li dijî çalakvanên sivîl ên Kurdistanê di demeke ku rejîma Îranê bi gelek qeyranên navxweyî û derveyî re rû bi rû ye zêde bûne. Li gorî daxuyaniyê, armanca van kiryaran afirandina tirs û tengkirina dengên dijber e.

Di daxuyaniyê de hate îdia kirin ku pêşniyara yasaya ku di meha Tîrmehê de hate pêşkêşkirin jî armanc dike ku ji bo zordariyên li dijî çalakvanên sivîl bingehek qanûnî biafirîne.

İttîfaqê diyar kir ku Rojhilatê Kurdistanê di salên dirêj de navendeke sereke ya berxwedan û muxalefeta li dijî rejîma Îranê bûye û di demên dawî de zext, girtin, darvekirin û êrîşên li dijî çalakvanên Kurd zêde bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de, İttîfaqê bang li civaka sivîl û çalakvanên Îran û Kurdistanê kir ku li dijî van kiryaran bi yekîtiyê rabin, herwiha ji malbata Mehdî Tewekulî re serxweşî û dilsoziyên xwe ragihand.

Share this content:

Post Comment