TAYLORÊ AMERÎKAYÎ HIŞYARÎ DA: PARÇEBÛNA SIYASÎ YA KURDAN HEMÛYAN DIKETE ZIYANÊ
Rêveberê Inisiyatîfa Iraqê ya Atlantic Council û berpirsê berê yê Dosyaya Iraqê li Wezareta Derve ya DYA-yê Victoria Taylor got ku cihêbûna kûr a di navbera partiyên siyasî yên Kurd de hem aramiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hem jî bandora Kurdan li qada navneteweyî qels dike.
Di axaftina xwe ya bi Rûdaw re de Taylor rexne li wê yekê kir ku piştî hilbijartinên Cotmeha 2024’an heta niha hikûmet nehatiye avakirin. Wê got ev rewş hêviyên gelê Kurd têk dibe û çareserkirina pirsgirêkên heyî dereng dixe.
Taylor diyar kir ku nakokiyên di navbera KDP û KYB de tenê pêvajoya avakirina hikûmetê nagirin, lê her weha dibin sedema ku li Washingtonê dengekî hevbeş yê Kurdan nebe. Li gorî wê, cihêbûna nêrîn û siyasetên cuda li ser mijarên girîng, bandora Kurdan di nav saziyên Amerîkayî de kêm dike.
Wê got di mijarên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Kurdên Îranê û pêşeroja Herêma Kurdistanê de dengekî yekgirtî yê Kurdan tune ye û ev yek zirarê dide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan.
Taylor herwiha li ser reforma Pêşmergeyan rawestiya û got bêyî çareserkirina nakokiyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de yekgirtina hêzên Pêşmerge ne hêsan e. Wê diyar kir ku ev nakokî bandora xwe li piştgiriya Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan jî dike.
Bi bîranîna ku peymana di navbera DYA û Pêşmergeyan de di Îlona 2026’an de bi dawî dibe, Taylor hişyarî da ku heke reform dereng bimîne û nakokî berdewam bike, Washington dikare di nûkirina peymanê de ne xwedî heves be.
Li ser pirsgirêkên kevnar ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wek budce, neft, parvekirina dahatan û herêmên nakokî jî axivî. Wê got ku diyalog gavê erênî ye, lê ji bo çareseriyên mayînde divê her du alî gavên cidî û firehtir bavêjin.
Di dawiya gotinên xwe de Taylor bal kişand ku partiyên siyasî yên Kurd divê nakokiyên xwe kêm bikin û li ser zemînek hevbeş bicivin. Wê got: “Nebûna dengekî yekgirtî ku berjewendiyên Kurdan biparêze, hemûyan dixe windahiyan.”
Share this content:



Post Comment