KÛBA JI BO AMERÎKAYÊ PEYAMEKE HIŞK ŞAND: “MAFÊ XWEPARASTINÊ HENE”

KÛBA JI BO AMERÎKAYÊ PEYAMEKE HIŞK ŞAND: “MAFÊ XWEPARASTINÊ HENE”

Serokkomarê Kûbayê Miguel Díaz-Canel di nav şert û mercên gerginiya zêde ya bi Amerîkayê re daxuyand ku welatê wî mafê xweparastinê li dijî her êrişeke leşkerî heye. Hikûmeta Havana’yê hişyarî da ku her destwerdaneke leşkerî dikare encamên giran li herêmê biafirîne.

Díaz-Canel li ser platforma civakî X’ê nivîsî: “Kûba ku rastî êrişên piralî yên Amerîkayê tê, mafê xweparastinê li dijî êrişeke leşkerî mafekî rewa ye.”

Serokê Kûbayê herwiha got ku her destwerdaneke leşkerî ya Washingtonê dikare bibe sedema “xwînrêjeke bi encamên nehesibandinî.”

Di heman demê de malpera nûçeyan Axios ya Amerîkayê îdîa kir ku Kûba zêdetirî 300 dronên leşkerî kiriye û li ser senaryoyên bikaranîna wan li nêzî Girava Guantanamo dixebite. Li gorî habere, rayedarên Amerîkayê kapasîteya leşkerî ya Kûbayê wek metirsiyeke mezin dibînin.

Hikûmeta Donald Trump di dema dawî de zextên li ser Kûbayê zêde kirine û Washington Havana wek “metirsiyeke awarte ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê” binav dike.

Ji bilî embargoa aborî ya ku ji sala 1962’an vir ve didome, hate ragihandin ku Amerîka di meha Çileyê de dorpêça petrolê ya li ser Kûbayê fireh kir û di destpêka Gulanê de jî pakêtên cezayên nû pejirand.

Hikûmeta Kûbayê jî Amerîkayê bi amadekirina zemîna destwerdana leşkerî tawanbar kir û diyar kir ku planeke wan a êrişê li welatekî din tune ye.

Share this content:

Post Comment