JI BO PÊVAJOYA ÇEKDANÎNA PKK’YÊ GAVÊKE NÛ: DÊ ENCUMENA ŞOPANDINÊ Û KOORDÎNASYONÊ WERE AVAKIRIN

JI BO PÊVAJOYA ÇEKDANÎNA PKK’YÊ GAVÊKE NÛ: DÊ ENCUMENA ŞOPANDINÊ Û KOORDÎNASYONÊ WERE AVAKIRIN

Di çarçoveya pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê de tê meşandin, ji bo şopandina qonaxa çekdanîna PKK’yê û koordînekirina xebatên hevgirtina civakî, avakirina encûmeneke nû tê plan kirin. Hûrguliyên pêşnûmeya yasayê ya ku li ser tê xebitandin dest bi eşkerebûnê kiriye.

Li gorî nûçeya taybet a ku li Haberler.com hate weşandin, xebatên qanûnî yên derbarê pêvajoya ku hikûmetê bi navê “Tirkiyeya Bê Teror”, û DEM Partiyê jî bi navê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” binav dike lez girtine.

Di pêşnûmeyê de hûrguliyên mekanîzmaya ku piştî pejirandina çekdanîna PKK’yê dê were meşandin jî cih digirin. Tê payîn ku navê pêşnûmeyê “Pêşniyara Yasaya Hevgirtina Civakî û Hevbendiya Neteweyî” be.

Li gorî vê pêşniyarê, avahiya ku dê hemû pêvajoyê bişopîne bi navê “Encumena Şopandin û Koordînasyona Hevgirtina Civakî” dê were avakirin. Encûmen dê hem ahengiya navbera saziyeyan peyda bike hem jî li gorî agahiyên ji qadan tên pêvajoyê bişopîne.

Di erkên encûmenê de şopandina pêvajoya çekdanîn û tasfiyeya PKK’yê bi pîvanên objektîf, pîvandinbar û kontrolbar heye. Piştî ku pêvajoya çekdanînê bi dawî bû hate tesbît kirin, planên li ser adaptasyona endamên rêxistinê ya di jiyana civakî de jî dê ji aliyê encûmenê ve bên amadekirin.

Hat ragihandin ku di encûmenê de dê nûnerên MİT’ê, Wezareta Navxweyî, Wezareta Berevaniyê, Wezareta Dadê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî û Wezareta Tenduristiyê cih bigirin.

Li gorî plana amadekirî, encûmen dê raporên periyodîk li ser pêvajoyê amade bike û wan pêşkêşî Serokatiya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bike. Her wiha mekanîzmayeke ku bicihanîna hevpar a biryarên encûmenê ji aliyê saziyên dewletê ve misoger bike jî dê were xebitandin.

Share this content:

Post Comment