QSD: DEWLETA TIRK Û KOMÊN GIRÊDAYÎ ŞAMÊ CÎHÊN NIŞTÎMANÎ YÊN SÎVÎL HEDEF DIGIRIN

QSD: DEWLETA TIRK Û KOMÊN GIRÊDAYÎ ŞAMÊ CÎHÊN NIŞTÎMANÎ YÊN SÎVÎL HEDEF DIGIRIN

Navenda Ragihandinê ya QSDê ragihand ku hêzên girêdayî dewleta Tirk û komên çekdar ên bi rêveberiya Şamê re têkildar li herêma Der Hafir a girêdayî bajarê Tebqa cîhên niştîmanî yên sivîl hedef digirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên El-Emşatê yên girêdayî Hikûmeta Derbasdar a Sûriyê bi awayekî tund cîhên ku sivîl lê dijîn li Der Hafirê hedef dikin. Li gorî daxuyaniyê, êrîş bi topên havanê, çekên giran û dronên xwekujî tên kirin û ev êrîş zirarên mezin li xeta elektrîkê jî çêdikin.

QSD her weha ragihand ku ev komên çekdar li derdora Bendava Tişrînê, girê Syraitel bi topên havanê û çekên giran bombar dikin. Di dawiyê de hate diyarkirin ku hêzên QSDê di çarçoveya mafê xweparastinê de ji bo parastina gel û ewlehiyê ya herêmê bi tundî bi berdêwamî di bin şertê hereketê de ne.

Share this content:

Post Comment