QSD’Ê LI GUNDÊN REQA OPERASYONEKE DAÎŞ PÊK ANÎ: 4 KES HATIN GIRTIN
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di operasyoneke ewlehiyê de ku li gundên Reqa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin, 2 endamên DAÎŞ û 2 kesên ku piştgirî didan wan girtin. QSD di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev kes di çalakiyên terorîstî û êrişên li ser hedefên leşkerî de beşdar bûne.
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya QSD di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ev operasyon bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li herêmên Hemrat û Cedîde yên gundên Reqa, li dijî şanoyeke DAÎŞ hate pêkanîn.
Li gorî daxuyaniyê, di operasyone de Ebdulcebar El Ubeyd El Siwadî û Mehdî Şenan El Ebdelah, ku endamên DAÎŞ in, û her weha Ebdul Îlah El Siwadî û Mihemed El Ebd El Ziyad, yên ku piştgiriya lojîstîk û rêxistinî didan wan, hatin girtin.
QSD di çarçoveya lêkolînên destpêkê de destnîşan kir ku her du çeteyên ku hatine girtin, endamtiya xwe ya DAÎŞ qebûl kirine û ku bi hevkarên xwe re li herêmê çalakiyên terorîstî, êrîşên li ser xalên leşkerî û hewlên sûikastê pêk anîne.
Share this content:



Post Comment