LI XETA KAMIŞLO–ŞAMÊ TENSIYONA DÎPLOMASÎ: VEZARETA DERVE YA SÛRIYÊ JI DSG’YÊ REXNE KIR
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di têkilîyên ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (DSG) re têne meşandin de heta niha “encamek somut” nehatîye bidestxistin û iddia kir ku DSG pêvajoya diyalogê wekî amûrek zextê bi rêya raya giştî û medyayê bikar tîne.
Karmendekî wezaretê yê ku navê wî nehatîye eşkerekirin, di axaftina xwe de bi ajansa fermî ya Sûriyê SANA re, bersiv da daxuyaniyên dawî yên Fermandarê Giştî yê DSG’yê Mazlum Abdi. Abdi rojeka berê gotibû ku têkilî bi Şamê re nehatine birrîn û ji bo sepandina peymana ku bi Serokê Sûriyê Ahmed Şara re hatiye îmzekirin, demek diyarkirî nehatiye destnîşankirin. Wî her weha destnîşan kir ku dîtinên wan yên li ser paşeroja Sûriyê li ser bingehên adem-merkezîtiyê û parvekirina desthilatê hatine damezrandin.
“Di derbarê ciddiyetê de pirs hene”
Yetkîliyê Wezareta Derve got ku gotinên li ser yekîtîkirina saziyên li Bakur û Rojhilata Sûriyê di pratîkê de cih negirtine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev mijar tenê di çarçoveya teorîk de maye û li qadê tu gav nehatiye avêtin; ev jî li ser girîngiya girêdanê bi Peymana 10ê Adarê pirsgirêkên ciddî çêdike.
Petrol û rêvebirina dahatan
Yetkîlî di heman demê de li ser mijara petrolê axaft û got ku daxuyaniyên DSG’yê yên bi şêweya “petrol milkê hemû Sûriyan e” bi rewşa li qadê re lihev nagirin. Wî got ku heya ku petrol di bin kontrola saziyên dewletê de neyê û dahatên wê neketine budçeya giştî, ev gotin ne baweriyê çêdikin. Bê peymanên fermî û bê planek sepandina diyarkirî, gotina li ser “nêzîkbûnê” bê maneyê ye.
Nizîkîya li ser adem-merkezîtîyê
Rêveberiya Şamê modela adem-merkezîtiyê ya ku DSG pêşniyar dike rexne kir û got ku ev model ji çarçoveya îdarî derdikeve û hêmanên siyasî û ewlehî di xwe de digire. Yetkîlî got ku ev rêbaz yekîtiya dewletê tehdîd dike.
Çêwazên çekdar û dergehên sînorî
Wezareta Derve ya Sûriyê dîsa destnîşan kir ku wan li dijî hebûna hêzên çekdar ên serbixwe li derveyî artêşa Sûriyê ne. Yetkîlî got ku hebûna çêwazên çekdar ên bi rêzên fermandariyê û têkilîyên derve yên serbixwe, bi tu peymanekê re lihev nayê. Her weha got ku kontrola fiîlî ya DSG’yê li ser dergehên sînorî wekî “karta danûstandinê” bikaranîn, li dijî bingehên serweriya neteweyî ye.
Tevlîbûna DSG’yê di artêşa Sûriyê de
Ajansa Reutersê di destpêka mehê de ragihandibû ku Sûriyê, Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê û karmendên Amerîkî, ji bo ku berî dawiya salê DSG di artêşa Sûriyê de were tevlîkirin, têkilîyan zêde kirine. Li gorî nûçeyê, Şam pêşniyar kir ku nêzîkî 50 hezar endamên DSG’yê, bi şertê ku beşek ji fermandariya wan li Şamê be, di sê yekîneyên bingehîn û hin lîwayên biçûk de werin rêxistin.
Ji aliyê Tirkiyê ve jî hişyariyek hatibû kirin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan got ku wan naxwazin dîsa bi rêbazên leşkerî bizivirîn, lê divê aliyên têkildar bizanin ku sebrê wan nêzîkî tê qedandin.
Share this content:



Post Comment