SERDANA MAZLUM EBDÎ BO ŞAMÊ BEREYA DAWIYA SALÊ BIKE

SERDANA MAZLUM EBDÎ BO ŞAMÊ BEREYA DAWIYA SALÊ BIKE

Gotûbêja Çapemî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ragihand ku Fermandarê Giştî yê QSD’yê Mazlum Ebdî dê berî dawiya salê serdana Şamê bike. Şamî destnîşan kir ku di derbarê entegrasyona QSD’yê di nav artêşa Sûriyê de, di navbera her du aliyan de têgihiştina hevpar heye.

Şamî di hevpeyvînekê de bi televîzyona Al Arabiya ya li Erebistana Siûdî, li ser nêrînên ku di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de, di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê û hukûmeta derbasdar a Sûriyê de têne domandin, axaft.

Wî got ku danûstandin di şert û mercên erênî de diçin pêş û bi rêberiya Şamê re li ser pêdiviya ku QSD di artêşa Sûriyê de were tevlîkirin, têgihiştina hevpar hatî peyda kirin. Şamî destnîşan kir ku di vê mijarê de di navbera her du aliyan de xala hevparên girîng hene.

Share this content:

Post Comment