PEYAMA ÖNDER APO BO KONGREYÊ: ÎSLAMA DEMOKRATÎK, VEGERANDINA RÛHA BELGEYA MEDÎNEYÊ YE
Önder Apo, Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê ku bi şîara “Ji Îslama Demokratîk bo Aştiyê û Civaka Demokratîk” Kongreya xwe ya 1’în a Asayî li dar xistibû, peyamek şandin û destnîşan kir ku têgîna Îslama Demokratîk, vegerandina rûha Belgeya Medîneyê ye.
Di peyama xwe de, Önder Apo got ku li bingehê Îslamê azadî, adalet û wekhevî hene. Wî bal kişand ser vê yekê ku bi kapitalîst modernîteyê re, avahiyên dewletê yên fermî ku bûne amûrên desthilatdarî û talanê, û her weha têgihiştinên teng yên cemaatî, ji vê bingehê dûr ketine.
Di peyama ku bo kongreyê hat şandin de ev raman derketin pêş:
“Îslam di bingehê xwe de dîna azadî, adalet û wekheviyê ye. Lê dewleta fermî ku ji aliyê modernîteya kapitalîst ve bûye amûra desthilatdarî, an jî avahiyên cemaatî yên teng, vê bingehê bi piranî winda kirine. Îslama Demokratîk jî vegerandina rûha Belgeya Medîneyê ye. Ew belge peymaneke civakî ye ku li ser bingeha bijartina azad a baweriyan, gelan û çandan, bê zordarî, jiyana hevpar pêk tîne.
Divê were zanîn ku cihada rastîn, têkoşîna bi xwe (nefsê) û li dijî zilmê ye, ku bi rexnekirina xwe ya berdewam tê meşandin. Têgihiştina şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya hişmendiya kolektîf û biryardana demokratîk dike.
Divê Îslam ne bibe amûra siyasî ya dewletê û ne jî ya her komeke din, belkî divê bi xizmeta jiyana azad a civakê ya ku ji jêr ve tê rêxistinkirin were bikaranîn. Îslama Demokratîk alternatîfeke şaristaniyê ye ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û biratîya gelan dike navenda xwe. Ez bawer im ku li birînên xwînbar ên Rojhilata Navîn tenê ev şîroveya demokratîk dikare dermankirinê bide. Di vê çarçoveyê de hêvîdar im ku nîqaşên we ji bo pêvajoya civaka demokratîk ya ku me dest pê kiriye bêrêzan bibe. Bi hezkirin û silavanên bêdawî…”
Abdullah Öcalan
Îmralî
Share this content:



Post Comment