LI SEWERÊGÊ DESTPÊKA ÇALAKIYÊN 25Ê MÎRÊ: ‘JIN PÊŞENGÊN AŞTIYA CIVAKÎ NE’

LI SEWERÊGÊ DESTPÊKA ÇALAKIYÊN 25Ê MÎRÊ: ‘JIN PÊŞENGÊN AŞTIYA CIVAKÎ NE’

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya 25ê Mijdarê de, li navçeya Sewerêgê ya Riha’yê meşek organîze kir. Di meşa bi dirûşma “Dem dema jina ye” de, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doğan axivî û got ku jin pêşengên aştiya civakî ne. Wê got: “Ger em li pey aştiyeke dîrokî ne, divê em di nav civaka xwe de jî li hev bikin.”

Jin li Parka Lezgo’yê kom bûn û bi wêneyên jinên ku di demên cuda de di encama tundiya mêr û dewletê de hatine kuştin, ber bi Parka Kanlıkuyu ve meşiyan. Di dema meşê de sloganên “Jin, jiyan, azadî” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” gelek caran hatin gotin.

‘LI DIJÎ JINAN ŞEREKE KU NAVÊ WÊ NEHATIYE DANÎN TÊ MEŞANDIN’

Çalakvana TJA’yê Başak Sarıdal diyar kir ku jin ji aliyê pergala mêrserwer ve di hemû qadên jiyanê de tên hedefgirtin. Sarıdal got ku bazirganiya bi mirovan, îstismara zayendî, zewaca bi zorê û îstismarkirina kedê jinan, şeklên cuda yên serdestiyê li ser jinan in.

Wê destnîşan kir ku jin ji ber daxwaza jiyaneke wekhev û azad rastî tundiyê tên. Sarıdal tekez kir ku tevî hemû êrîşan, jin ji têkoşînê dev jê bernadin û têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê didomînin.

‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doğan jî got ku tundiya li dijî jinê ne tenê pirsgirêkeke kesane ye, lê pirsgirêkeke avahî ye ku pergala heyî û tevahiya civakê têkildar dike.

Doğan diyar kir ku divê jin li dijî zext û zordariyê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got:

“Ger em li pey aştiyeke dîrokî ne, divê em di nav civaka xwe de jî li hev bikin. Jin pêşengên aştiya civakî ne. Jin gelek biha dane.”

Doğan tekez kir ku têkoşîna li dijî tundiyê divê tenê neyê hiştin ser milên jinan. Wê got divê mêr jî xwe berpirsiyar bibînin û ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad beşdarî têkoşînê bibin.

Çalakî piştî meş û daxuyaniyan, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment