JI DU JINÊ KURD ÊN KU ÎRANÊ BINÇAV KIRINE AGAHÎ NÎNE

JI DU JINÊ KURD ÊN KU ÎRANÊ BINÇAV KIRINE AGAHÎ NÎNE

Li Îranê ji rewşa du çalakvanên jin ên Kurd ên ku hatine binçavkirin agahî nayê girtin. Her wiha hate ragihandin ku Şîva Îsmaîlî, ku di Girtîgeha Evînê de tê girtin û emeliyateke giran a pişta xwe derbas kiriye, bi zincîrê bi nivîna nexweşxaneyê ve hatiye girêdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê zextên li ser jinan li Îranê de raporek weşand. Di raporê de bal kişand ser rewşa du jinên Kurd ên di binçavkirinê de û şertên tenduristiyê yên Şîva Îsmaîlî ya di girtîgehê de.

Li gorî raporê, ji Rozya Eydinejad, ku 49 roj berê li navçeya Koçan a Xorasanê ji aliyê hêzên Parastina Şoreşa Îranê ve hatiye binçavkirin, hîn jî tu agahî tune ye. Tê gotin ku dema binçavkirina wê careke din bi mehekê hatiye dirêjkirin, lê ti agahî derbarê rewşa wê de ji malbata wê re nehatiye dayîn.

Di raporê de hate ragihandin ku hêzên îstixbaratê li Bokanê êrîşî mala Cemîle Mihemedemîn Nazir û hevjînê wê Xoşnav Ezîzpur kirine û her duyan binçav kirine. Xoşnav Ezîzpur çend saetan piştî binçavkirinê hatiye berdan, lê ji Cemîle Mihemedemîn Nazir, ku 30 roj in di binçavkirinê de ye, hîn jî tu agahî tune ye.

Di heman raporê de hate gotin ku Şîva Îsmaîlî, ku di Girtîgeha Evînê de tê girtin û bi 10 salan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin, demeke nêz emeliyateke giran a pişta xwe derbas kiriye. Hate gotin ku emeliyat bi pereyê taybet hatiye kirin, lê rayedarên girtîgehê hewl dane ku wê berî dema destûrdayî vegerînin girtîgehê.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, Şîva Îsmaîlî piştî emeliyatê ji aliyê Hêzên Parastina Şoreşa Îranê ve bi zincîrê bi nivîna nexweşxaneyê ve hatiye girêdan

Share this content:

Post Comment