ROJNAMEVAN Û PÊŞKÊŞKARÊ TELEVÎZYONÊ YÊ KURD MÛSA ALO JI WEFA TÊ

ROJNAMEVAN Û PÊŞKÊŞKARÊ TELEVÎZYONÊ YÊ KURD MÛSA ALO JI WEFA TÊ

Rojnamevan, derhêner û pêşkêşkarê televîzyonê yê Kurd Mûsa Alo, ku bi navê Şiyar Soro jî dihat nasîn, di 5’ê Mijdarê de li Moskovayê, paytexta Rûsyayê, di encama krîza dil de, di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Mûsa Alo, ku di televîzyonên Kurdî de wek rojnamevan, derhêner û pêşkêşkar kar dikir, di 27’ê Tebaxa 1967’an de li Efrînê ji dayik bû. Wî bi salan di warên huner û çapemeniyê de xebitî û di jiyana xwe ya pîşeyî de gelek xebat û berhem çêkirin.

Alo di sala 1991’an de fîlma bi navê “Serhildana Gel” kişand. Wî heta sala 2004’an li Navenda Medya, Çand û Hunerê ya li Rûsyayê xebitî û piştî wê jî xebatên xwe yên di warê çapemeniyê de domand.

Alo li Çira TV’ê jî xebitî. Di navbera salên 2009 û 2026’an de, ji bilî bernameya “Çira Jiyanê”, pêşkêşiya gelek bernameyên taybet jî kir.

Alo ji bo gelek kanalên televîzyonê yên di nava kevneşopiya çapemeniya azad de, di nav de ROJ TV, hevpeyvîn û nûçe amade dikir. Wî bi xebatên xwe yên rojnamegeriyê jiyana civaka Kurd û dewlemendiya wê ya çandî digihand raya giştî.

Mûsa Alo di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî û rojnamegeriyê de gelek berhem hişt. Fîlm, bername û hevpeyvînên wî di belgekirina dîrok, çand û jiyana civaka Kurd a li Rûsyayê de roleke girîng lîstin.

Hat ragihandin ku Mûsa Alo di roja Pêncşemê, 5’ê Mijdarê de, li Moskovayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.

Share this content:

Post Comment