POLÎS LI HEMBÊR KARKERÊN KANÊ KU BER BI ENQEREYÊ VE DIÇIN GAZA BIBERÊ BI KAR ANÎ

POLÎS LI HEMBÊR KARKERÊN KANÊ KU BER BI ENQEREYÊ VE DIÇIN GAZA BIBERÊ BI KAR ANÎ

Karkerên Şîrketa Kanê ya Îmbat, li navçeya Soma ya parêzgeha Manîsayê, ku nêzî salekê ye meaş û mafên wan ên ji bo xebatê nehatiye dayîn, ji bo standina mafên xwe meşeke ber bi Enqereyê ve dest pê kirin. Karkeran di 27ê Cotmehê de rê ketin û di dema meşê de rastî destwerdana polîsan a bi gazê biberê hatin. Karkerên kanê, tevî astengiyan, meşa xwe domandin û li Kırkağaçê sekinînek kirin.

Hat zanîn ku karkerên ku ji bo dayîna meaş û mafên din ên xebatê daxwaz dikin, li tesîsekê li devera Bakir a Kırkağaçê dimînin. Karkeran diyar kir ku ji bo gihîştina Enqereyê di warê veguhastinê de jî pirsgirêk hene.

Karkeran got ku peydakirina otobusekê ji bo çûna Enqereyê zehmet e. Wan diyar kir ku ji pargîdaniyên otobusan wesayît peyda nebûne. Her wiha gotin ku dema otobusek tê peydakirin jî, ji wan tê xwestin ku otobus ne ber bi Enqereyê, lê ber bi Kırkağaç Çamı ve were rêvebirin.

Karkerên Şîrketa Kanê ya Îmbat dixwazin meaş û mafên xwe yên ku nehatiye dayîn bistînin. Ew hewl didin ku tevî astengiyên li pêşiya xwe, meşa xwe bidomînin.

Share this content:

Post Comment