LI ROJHILATÊ JI DU JINÊN KURD AGADARÎ NÎNE
Rêxistina Dengê Girtîyên Îranê ragihand ku agahî li ser çarenûsa du jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin tune ye. Rêxistinê daxuyaniyek derbarê rewşa binçavkirina wan û gefên li dijî malbatên wan de weşand.
Li gorî daxuyaniyê, Perya Nasirî ya 17 salî di 21’ê Cotmehê de, li dibistana xwe ya li Nexedeyê ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku şeş roj ji windakirina wê re derbas bûne, lê hîn jî agahî li ser cihê ku ew lê tê ragirtin û rewşa tenduristiya wê tune ye.
Her wiha hat ragihandin ku Sedrî Bexşî ya 43 salî, ji gundê Weştape yê Bokanê, nêzîkî mehekê berê hatiye binçavkirin û hîn jî li Midûriyeta Îstîxbarata Urmiyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew rastî gefên giran ên ewlehiyê tê.
Sedrî Bexşî, ku bi hinceta parvekirinên xwe yên di torên medyaya dîjîtal de hatiye binçavkirin, tenê carekê û bi demeke kurt re bi malbata xwe re telefonî axiviye. Hat ragihandin ku hêzên îstîxbarata Îranê gef li malbatê kirine û gotine ku heke bûyera binçavkirinê bidin medyayê, dê cezayên giran li wan bê birîn.
Li gorî rapora rêxistinê, Növeynên Şoreşa Îranê nêzîkî mehekê berê bi heşt wesayîtên zirxî êrîşî mala Sedrî Bexşî ya li gundê Weştape kirine. Piştî lêgerîna li malê, telefona wê hatiye desteserkirin.
Share this content:



Post Comment