YPJ: ÊRÎŞA LI SER WÊNEYÊN ŞEHÎDAN ÊRÎŞEK E LI HEMÛ JINAN

YPJ: ÊRÎŞA LI SER WÊNEYÊN ŞEHÎDAN ÊRÎŞEK E LI HEMÛ JINAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) êrîşên li ser wêneyên şehîdên jin şermezar kir û bang li rêveberiya Şamê kir ku berpirsiyarên van kiryaran bên diyarkirin û bên cezakirin. YPJ tekez kir ku şehîd nîşaneya nasname, nirx û rûmeta civakê ne.

Fermandariya Giştî ya YPJ di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku êrîşên vê dawiyê yên li ser wêne û bîranînên şehîdan, li dijî nirxên bingehîn ên gel û şoreşê ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev kiryar li dijî nirxên mirovahiyê, prensîbên exlaqî û wijdana civakê ne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîd nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên civakê ne. YPJ diyar kir ku kesên ku li hember îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovî şehîdan dikin hedef. Li gorî daxuyaniyê, ev kiryar êrîşeke rasterast li ser nirx û rûmeta hevpar a civakê ye.

Fermandariya Giştî ya YPJ bang li rêveberiya Şamê kir ku li hember van êrîşan bilez tevbigere, berpirsiyaran diyar bike û wan ji kiryarên xwe berpirsiyar bigire. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku dê li hember êrîşên li ser bîranîna şehîdan bêdeng nemînin û divê ev kiryar bê ceza nemînin.

YPJ her wiha bang li tevahiya gel, bi taybetî jin û ciwanan, kir ku li hember tiştên ku di daxuyaniyê de wekî şerê psîkolojîk hatine binavkirin hişyar bin, li hember van êrîşan helwestekê nîşan bidin û xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.

RÛKSEN MIHEMED: ÊRÎŞA LI SER SEMBOLÊN ŞEHÎDÊN JIN ÊRÎŞ LI HEMÛ JINAN E

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî li ser êrîşên li ser wêneyên şehîdan axivî. Mihemed parçekirina wêneyan û êrîşkirina wan wekî êrîşek li ser bîranîn, wijdan û nirxên mirovahiyê nirxand.

Mihemed diyar kir ku şehîd sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne û wan ji bo parastina axê, dadmendiyê û wekheviyê têkoşîn kiriye. Wê got ku êrîşa li ser sembolên şehîdên jin ne tenê wan, lê hemû jinan dike hedef.

Mihemed bang li Hikûmeta Demkî, Walîtiya Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku bi berpirsiyarî tevbigere, kesên ku di vê bûyerê de destê wan heye diyar bike û sûcdaran ceza bike.

Share this content:

Post Comment