JI BO VEGERRÎNA SERÊKANIYÊ KONVOYA 511 MALBATAN RÊ KET
Konvoya sêyemîn a vegerrînê, ku ji 511 malbatên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin pêk tê, ji bo vegerrîna wan bo gund û navçeyên başûrê bajêr rê ket. Di konvoyê de bi tevahî 3 hezar û 242 kes hene.
Vegerrîna malbatên ku ji Serêkaniyê neçar man ku cihê xwe bihêlin û li Kampiya Waşokanî ya Hesekê û dibistanên ku wekî cihên bicihbûna demkî tên bikaranîn cih girtine, berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de, konvoya sêyemîn a vegerrînê ku ji 511 malbatan pêk tê, sibehê ber bi gundewarê başûrê Serêkaniyê ve hereket kir. Di konvoyê de bi tevahî 3 hezar û 242 kes hene. Tê payîn ku konvoy bigihîje gund û navçeyên li başûrê bajêr.
Di çarçoveya vegerrînên Serêkaniyê de, konvoya yekemîn di 10ê Tebaxê de bi nêzîkî 400 malbatan rê ketibû. Konvoya duyemîn a vegerrînê jî di 8ê Îlonê de bi nêzîkî 700 malbatan hereket kiribû.
Bi konvoya dawî re pêvajoya vegerrîna malbatên ji cihê xwe hatine koçberkirin berdewam dike û tê payîn ku malbat bigihîjin deverên niştecihbûna li başûrê Serêkaniyê.
Share this content:



Post Comment