RÊVEBERÊN NÛ YÊN QAMIŞLO, DÊRÎK Û ÇILAXAYÊ BI MERASÎMAN DEST BI KARÊN XWE KIRIN

RÊVEBERÊN NÛ YÊN QAMIŞLO, DÊRÎK Û ÇILAXAYÊ BI MERASÎMAN DEST BI KARÊN XWE KIRIN

Di çarçoveya guherandinên rêveberiya herêmî ya li Hesekê de, rêveberên nû yên Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê bi beşdariya gel, dezgehên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî bi merasîmên girseyî hatin pêşwazîkirin û bi fermî dest bi kar kirin. Dr. Cîhan Seîd Hesam, ku ji bo Rêveberiya Herêma Qamişlo hate tayînkirin, bû yekem jin ku li Sûriyê vê wezîfeyê digire.

Dr. Cîhan Seîd Hesam, ku li gorî biryara îdarî ya jimare 50 ya 19’ê Tîrmehê dest bi kar kir, di axaftina xwe ya merasîma pêşwaziyê de ji bo piştgirî û pêşwaziya gel spasî kir û got ku dê bi awayekî wekhev ji hemû bajar û navçeyan re xizmetê pêşkêş bikin.

Hesam got ku dê di navbera Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Cezaa de cihêkariyek neyê kirin. Wê diyar kir ku Hesekê mînakek ji jiyana hevbeş a gelên cuda ye û ji bo avakirina nû ya Sûriyeyê pêdiviya hevkarî û yekgirtîyê heye.

Di çarçoveya biryarên nû de, Şêro Mihemed Şero wek Rêveberê Herêma Dêrikê û Xalid Îbrahîm Salih wek Rêveberê Herêma Çilaxayê hatin tayînkirin. Her du rêveber jî li Çilaxayê bi merasîmeke girseyî hatin pêşwazîkirin û dest bi wezîfeyên xwe kirin.

Di axaftina xwe de Şêro Mihemed Şero got ku dê guh bidin daxwaz û hewcedariyên gel û li gorî şert û îmkanan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin.

Wî her weha bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevkariyê di navbera gel û dezgehên fermî de û got ku dê ji bo pêşxistina xizmetên giştî li Dêrik, Çilaxa, Til Koçer, Girkê Legê û hemû herêma rêveberiyê bixebitin.

Şêro Mihemed Şero di merasîma pêşwaziya li Dêrikê de jî diyar kir ku di serdema nû de xurtkirina yekîtiya civakî, baştirkirina xizmetan û bersivdana zûtir a daxwazên gel dê bibin armancên sereke yên rêveberiyê.

Share this content:

Post Comment