AMADEKARIYÊN “MÎTÎNGA AZADIYÊ” LI MERSÎNÊ DIDOMIN: GAZÎ GELÊ JI BO BEŞDARBÛNÊ HAT KIRIN
Amadekariyên ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku di 27’ê Hezîranê de li Mersînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalanê were lidarxistin, bê navber didomin. Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê û Platforma Saziyên Demokratîk a Adanayê li gelek tax û navçeyan bi gel re civiyan û bang li kesan kirin ku beşdarî mîtîngê bibin.
Di çarçoveya civînên gel ên ku ji 10’ê Hezîranê ve dest pê kirine de, Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê li Civata Alîkariyê û Hevgirtinê ya Şirnexa Batuyan û Taxa Mevlana bi welatiyan re civiyan. Di civînan de armanca mîtîngê hat şirovekirin û daxwaz hate kirin ku gel beşdarî çalakiyê bibe.
Di heman demê de Platforma Saziyên Demokratîk a Adanayê li navçeyên Seyhan, Yüreğir û Ceyhanê serdana esnafan kir û bi rêya xebata derî bi derî bang li gel kir ku beşdarî mîtîngê bibe.
Mîtîng li Baxçeya Gel a li kêleka Stadyuma Kevn a Tevfik Sırrı Gür li navçeya Yenişehir a Mersînê dê were lidarxistin. Li mîtîngê hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları û Çetin Arkaş dê axivîn bikin. Her wiha hunermend Eylül Nazlıer, Ronî Artin û Arhat jî dê li ser dikê derkevin.
Share this content:



Post Comment