TEVGERA APOCÎ DERBARÊ PÊVAJOYÊ DE DAXUYANIYA GIRÎNG KIR
Rêveberiya Tevgera Apocî di sala yekem a biryara fesihê ya PKK’yê de civînek çapemenî pêk anî û li ser pêvajoya heyî nirxandinên girîng kir. Di daxuyaniyê de pêşketinên sala borî û asta ku hatîye gihiştin hatin nirxandin.
Hat zanîn ku civîn li Herêmên Parastina Medyayê hat lidarxistin û endamên bilind ên rêveberiyê beşdar bûn. Di civînê de, di çarçoveya pêvajoya “Aşti û Civaka Demokratîk” de gavên hatine avêtin û asta ku pêvajoyê gihîştiye hat şirove kirin.
Hat bibîranîn ku di 27’ê Şubatê 2025’an de di bangekê de daxwaza fesihkirina PKK’yê û dawî anîna şerê çekdar li dijî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî vê bangê, PKK di 5-7’ê Gulanê 2025’an de di Kongreya xwe ya 12’an de biryara fesihê ragihand.
Di civîna çapemenî ya îro de hat diyarkirin ku nirxandinek sala yekem a pêvajoyê hat kirin û peyamên ji bo qonaxa pêşerojê jî hatin dayîn.
Share this content:



Post Comment