DI 24 SAETAN DAWÎ DE LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ 36 KES HATIN KUŞTIN

DI 24 SAETAN DAWÎ DE LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ 36 KES HATIN KUŞTIN

Ajansa Nûçeyan a Çalakên Mafên Mirovan (HRANA) di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di 24 saetan dawî de, di encama êrîşên di navbera Îran û Îsraîl-ABD de dewamdar, li Rojhilatê Kurdistanê û hemû Îranê 36 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor raporê, di vê demê de li 16 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 425 êrîş hatine kirin.

Di van êrîşan de bingeha leşkerî, navendên Pasdaran, nuqteyên Besic, firokexaneyên leşkerî, navendên polîs, depoyên petrolê û avahiyên bingehîn hatine armanc kirin.

Li gor HRANA, di encama van êrîşan de 36 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êrîşên herî zêde li parêzgehên Elburz, Huzistan, Îsfahan, Qezwîn û Qum qewimîn.

Her weha di raporê de hat gotin ku ji destpêka şerê heta 7’ê Nîsanê 1.710 kes jiyana xwe ji dest dane, ku 254 ji wan zarokên bin 18 salî ne.

Share this content:

Post Comment