LI ÎRAN Û ÎSRAYÎLÊ BILANÇO GIRAN DIBE: MIRIN Û BIRÎNDAR ZÊDE DIBIN

LI ÎRAN Û ÎSRAYÎLÊ BILANÇO GIRAN DIBE: MIRIN Û BIRÎNDAR ZÊDE DIBIN

Di şerê navbera Îran û Îsrayîlê de, hejmarên qurbaniyan her roj zêde dibin. Wezareta Tenduristiyê ya Îsrayîlê ragihand ku ji destpêka operasyonan ve 6 hezar û 594 kes birîndar bûne.

Li gorî agahdariyan, 125 kes hîn jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. Di nav wan de 2 kes di rewşeke giran de ne, 14 kes giran birîndar in û yên din bi astên cihê tên derman kirin.

Di aliyek din de, HRANA ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de li Îranê gelek êrîş li gelek bajaran hatine kirin û di encamê de sivîl birîndar bûne.

Li gorî van daneyan, ji destpêka şer ve zêdetirî 1 hezar û 600 kes jiyana xwe wenda kirine û di nav wan de zarok jî hene.

Share this content:

Post Comment