TELEVÎZYONA DEWLETÎ YA ÎRANÊ RAGIHAND: ALÎ HAMANEY HAT KUŞTIN, LI WELATÊ 40 ROJAN ŞÎN HATE ÎLAN KIRIN

TELEVÎZYONA DEWLETÎ YA ÎRANÊ RAGIHAND: ALÎ HAMANEY HAT KUŞTIN, LI WELATÊ 40 ROJAN ŞÎN HATE ÎLAN KIRIN

Medyaya dewletî ya Îranê bi awayekî fermî ragihand ku Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê, Ayetullah Alî Hamaney, jiyana xwe ji dest daye. Di nûçeya ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin de hat gotin ku Hamaney roja Şemiyê sibehê zû di ofîsa xwe de di encama êrîşekê de hat kuştin.

Piştî vê daxuyaniyê, li welatê 40 rojan şîna neteweyî hate îlan kirin û her weha 7 rojan betlaneya fermî hat diyarkirin. Tê hêvîkirin ku rêveberiya Tahranê di saetanên pêş de derbarê merasîma cenazeyê û pêvajoya veguhestinê de planek berfireh ragihîne.

Berê Serokê DYA Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî di daxuyaniyên xwe de îdia kiribûn ku Hamaney hat kuştin. Bi daxuyaniya dawî ya medyaya dewletî ya Îranê re ev îdîa bi awayekî fermî hate piştrastkirin.

Di aliyekî din de, li ser ku Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî di êrîşên DYA û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye, îdîayên derketibûn. Lê heta niha ne Washington, ne Tel Aviv û ne jî rêveberiya Tahranê derbarê rewşa tenduristiyê ya Pezeşkiyan de daxuyaniyek fermî kir.

Ev pêşveçûn ku tê hêvîkirin tansîyona herêmê zêde bike, ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin. Di heman demê de, ka li Îranê pêvajoya siyasî û rêberiya olî çawa dê were şekildan, bûye mijara meraqê.

Share this content:

Post Comment