JINÊN MAXMÛRÊ PIŞTGIRIYA ÇALAKIYA DAYIKÊN AŞITIYÊ KIRIN

JINÊN MAXMÛRÊ PIŞTGIRIYA ÇALAKIYA DAYIKÊN AŞITIYÊ KIRIN

Jinên ku li Kampa Penaberan a Maxmûrê dijîn, piştgiriya çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê kirin û bang kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê derengî were misoger kirin.

Meclisa Dayikên Aştiyê, ku ji nêzî 300 kesan pêk tê, bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avêtina gavên berbiçav di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de, duh ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çû Enqereyê û dest bi çalakiya nobetê kir.

Jinên ku li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Maxmûrê dijîn jî, bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ji çalakiya Dayikên Aştiyê re ragihandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Fatma Bilen ve li avahiya Komîteya Malbatên Şehîdan a kampê, li ser navê Meclisa Îştarê, hate xwendin de silav ji Îmraliyê re hat şandin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku di pêvajoya ku di Sibata 2025’an de dest pê kir de, Rêber Apo û gerîlayan gelek gav avêtine. Lê hate gotin ku dewletê li hemberî van gavên xwe gavên berbiçav neavêtine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Girtiyên me hîn jî di zindanan de tên girtin. Rêber Apo hîn jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em bang li aşitiyê dikin. Em silav li çalakiya Dayikên Aştiyê dikin. Em piştgiriya xwe ya ji wan re diyar dikin û dibêjin ku daxwaza wan daxwaza me jî ye. Em aşitiyê dixwazin û em ê hemû ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em Rêberê xwe di nav xwe de nebînin, çalakî û hewldanên me dê bidomin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment