HEYETA ÎMRALÎ YA DEM PARTÎYÊ DÊ Bİ WEZÎRÊ EDALETÊ Û SEROKÊ MECLÎSÊ RE HEVDÎTİNÊ BİKE
Heyeta Îmralî ya DEM Parti, sibê bi Wezîrê Edaletê Yılmaz Tunç û Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re rêze hevdîtinan dê pêk bîne.
Di heyetê de, Cîgirê Serokê Meclîsê û Parlamentera Wanê Pervin Buldan, Parlamentera Riha Mithat Sancar û parêzerê Asrın Hukuk Bürosu Özgür Faik Erol hene. Heyet dê sibê saet 10.30’an li Wezareta Edaletê bi Wezîr Yılmaz Tunç re civînin.
Piştî vê hevdîtinê, tê plan kirin ku heyet saet 12.30’an Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş serdana bike.
Di aliyê din de, heyeta Îmralî îro jî bi nûnerên CHP û EMEP re hevdîtinan pêk tîne.
Share this content:



Post Comment