SEROKÊ TBMM-YÊ KURTULMUŞ: JI BO QANÛN BÊ SEPANDIN, DIVÊ RÊXISTIN ÇEKAN BIRÊZE
Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, di derbarê pêvajoya “Tirkiye bê Teror” de nirxandinên xwe kir û got ku sepandina qanûnê bi terkkirina çekan û temamkirina pêvajoya fesihkirina rêxistinê ve girêdayî ye.
Kurtulmuş di civîna nirxandinê ya beriya destpêka sala nû ya yasayî de axivî û got: “Bêyî ku fesihkirina rêxistinê pêk were, qanûn nayê sepandin.” Wî ragihand ku piştî vekirina Meclîsê komîsyona ji bo şopandina pêvajoyê dê bi lez bê damezrandin û komîsyon dê berpirsiyariyên xwe yên di warê şopandina pêvajoyê de bicih bîne.
Kurtulmuş îdia kir ku pêvajoyê gihîştiye qonaxeke berbiçav û got ku dê Tirkiyeyek bi standardên demokratîk ên bilind û “bi temamî ji terorê rizgarbûyî” were avakirin.
Serokê TBMM-yê her wiha bi bîr xist ku sala nû ya yasayî dê roja 1ê Cotmehê, bi destpêka sala 5an a wezîfeya 28an a Meclîsê, bi civîneke taybet dest pê bike.
Kurtulmuş di axaftinên xwe de behsa nîqaşên hilbijartina zû jî kir û got ku niha ne dem û ne jî cihê nîqaşkirina hilbijartina zû ye. Wî got ku Meclîs ji bo hilbijartina ku dê di dema xwe de bê kirin amade dibe.
Share this content:



Post Comment