NÛNERÊ TAYBET Ê DY A IRAQÊ YÊ DYÛN: VEKIŞÎNA TIRKIYEYÊ JI BAŞÎKAYÊ XALÊ VEGUHERTINÊ YE

NÛNERÊ TAYBET Ê DY A IRAQÊ YÊ DYÛN: VEKIŞÎNA TIRKIYEYÊ JI BAŞÎKAYÊ XALÊ VEGUHERTINÊ YE

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack, radestkirina baregeha Zilkan (Başîka) ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Iraqê re wekî xalek girîng a veguhertinê ji bo Iraqê nirxand.

Barrack di daxuyaniya xwe de got ku radestkirina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê li Zilkanê ji bo serweriya Iraqê pêşketineke girîng e. Wî diyar kir ku pêvajoyê di çarçoveya mekanîzmayeke diyarkirî û plana taybet de tê meşandin û got ku ev pêvajoyê dê di serî de serweriya Iraqê û paşê jî îstiqrara li Tirkiyeyê xurt bike.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi û Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, ku ji bo Civata Giştî ya 81’emîn a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bûn, civiyan û di hevdîtinê de mijara vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji baregeha Zilkan a li ser sînorê Mûsilê hate nîqaşkirin.

Li gorî agahiyên ku piştî hevdîtinê hatin parvekirin, pêvajoya vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê dê heta dawiya salê bidome. Lê hat diyarkirin ku ev pêvajoyê Başûrê Kurdistanê nagire nav xwe.

Hat gotin ku Tirkiye di salên dirêj de hewl daye hebûna xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û hêzên Tirkiyeyê li hundirê sînorê herêmê nêzî 20 kîlometre pêş ketine. Di daxuyaniyeke berê ya Rêxistina CPT ya Amerîkî de jî hatibû îddîakirin ku Tirkiye li herêmê, bi piranî li ser sînorên Hewlêr û Dihokê, di navbera 135 û 139 baregehên leşkerî hene.

Share this content:

Post Comment