CDK-F: EM JI BO JIYANDINA MÎRATEYA RIZA ALTUN Û ŞEHÎDAN DICIVIN

CDK-F: EM JI BO JIYANDINA MÎRATEYA RIZA ALTUN Û ŞEHÎDAN DICIVIN

Konseya Demokratîk a Kurd-Fransa (CDK-F), ji ber salvegera şehadeta Riza Altun, yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê, gelê Kurd, heval û dostên Kurdistanê û nûnerên sazî û rêxistinan vexwend ku beşdarî bîranîna ku dê di 25’ê Îlonê de li herêma Île-de-France bê lidarxistin, bibin.

CDK-F ragihand ku di vê bîranînê de, bi navê Riza Altun, Şehîdên Azadiya Kurdistanê û herwiha şervanên azadiyê yên ku di demeke dawî de şehadeta wan hat ragihandin dê bên bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev civîn ji bo jiyandina bîranîna kesên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd re terxan kirine, ji bo bîranîna mîrata têkoşînê ya ku wan hiştiye û ji bo jiyandina wan di bîr û hafizaya hevpar de tê lidarxistin. Hat destnîşankirin ku ev bîranîn di heman demê de dê bibe civînek girîng ku êşên hevpar, hafizeya civakî û hesta hevkarî û piştgiriyê bên parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi fedakariyên mezin û bi bedelên giran gihîştiye roja îro. Herwiha hat gotin ku jiyandina bîranîna kesên ku di vê têkoşînê de şehîd bûne, ji bîrnekirina rabirdûyê û veguhastina rêz û hurmeta ji bo jiyana wan bo nifşên bê, berpirsiyariyeke hevpar e.

CDK-F bal kişand ser vê yekê ku divê şehîd ne tenê di salvegeran de, lê bi bîranîna nirxên ku wan parastine, têkoşîna wan û mîrata dîrokî ya ku wan hiştiye bên bîranîn. Di daxuyaniyê de Riza Altun û hemû şervanên azadiyê yên ku di demeke dawî de şehadeta wan hat ragihandin bi rêz û sipas hatin bîranîn.

CDK-F gelê Kurd, heval û dostên Kurdistanê û nûnerên sazî û komeleyan vexwend ku di vê civîna bîranînê û hafizeya hevpar de cih bigirin.

Çalakiya bîranînê dê 25’ê Îlonê, saet 18.00’an, li Espace Venise, 30 Route de Groslay, 95200 Sarcelles bê lidarxistin.

Share this content:

Post Comment