ÎRAQ Û TIRKIYE JI BO VEGUHASTINA 512 MAHKÛMAN GOTÛBÊJAN DIDIN MEŞANDIN
Wezareta Dadê ya Îraqê ragihand ku ji bo veguhastina 512 welatiyên Tirkiyeyê yên li Îraqê girtî û mehkûm in bo Tirkiyê, gotûbêj tên meşandin. Di van gotûbêjan de, prosedurên hiqûqî û îdarî yên veguhastina kesên ku ji bilî cezaya îdamê hatine mehkûm kirin jî hatine nîqaşkirin.
Midûrê Giştî yê Dîwana Têkiliyên Dadwerî ya Wezareta Dadê û berdevkê wezaretê Ahmed Laîbî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Es-Sabah re got ku ew bi wezîrê nû yê Sefareta Tirkiyeyê li Bexdayê re civînek kir. Wî diyar kir ku di civînê de mijarên hevbeş ên dadwerî û hiqûqî yên her du welatan, herwiha rewşa welatiyên Tirkiyeyê yên li Îraqê, hatin nirxandin.
Laîbî ragihand ku hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên girtî û mehkûm li Îraqê 512 kes e. Li gorî gotinên wî, 272 kes di nav dezgehên îslahê de ne, 187 kes jî li Girtîgeha Karkhê ne ku tê de endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (DSG) jî tên girtin. Wî herwiha got ku 53 zarok jî li Îraqê ne ku bi dayikên xwe re, yên ji ber sûcên terorê hatine mehkûm kirin, digerin.
Tê texmînkirin ku beşek ji welatiyên Tirkiyeyê yên hatine veguhastin bo Îraqê endamên DAIŞê ne ku ji girtîgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine veguhastin. Lêbelê, şert û merc û awayê hatina 187 kesên ku wekî endamên DSGê tên binavkirin bo Îraqê hîn jî ne zelal e.
Di civînê de, ji bilî prosedurên şopandina rewşa van mahkûman, mekanîzmayên ku Sefareta Tirkiyeyê bikaribe serdana welatiyên Tirkiyeyê yên li navenda îslahê de bike jî hatin nîqaşkirin.
LI SER BINGEHA PEYMANNAMEYA HEVKARIYA DADWERÎ YA KU DI SALA 1990’AN DE HAT PEJIRANDIN
Ahmed Laîbî diyar kir ku her du aliyan herwiha li ser pêşnûmeya lihevhatina hevkariyê ya ku ji aliyê Îraqê ve hatiye amadekirin û têkildarî veguhastina mehkûmên ji bilî cezaya îdamê ye, nîqaş kirine. Hat ragihandin ku pêvajoya veguhastinê dê di çarçoveya rêgezên hiqûqî û li gorî qanûn û rêzikên derbasdar ên her du welatan were meşandin.
Laîbî herwiha got ku hevkariya dadwerî ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de li ser bingehê peymannameya hevkariya dadwerî û hiqûqî ye ku berê di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin û di sala 1990’an de hatibû pejirandin.
Share this content:



Post Comment