FEDA Û DAKB LI PARÎSÊ BANG LI BEŞDARIYA BÎRANÎNA RIZA ALTUN KIRIN

FEDA Û DAKB LI PARÎSÊ BANG LI BEŞDARIYA BÎRANÎNA RIZA ALTUN KIRIN

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), yek ji rêberên damezrîner ên PKKê Rıza Altun di 7’emîn salvegera şehadeta wî de bi bîr anîn. Her du sazî bang li hemû kesan kirin ku beşdarî bernameya bîranînê ya dê di 25’ê Îlonê de li herêma Sarcelles a Parîsê were lidarxistin bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya FEDA û DAKBê de, hemû şehîd di kesayetiya Rıza Altun de, ku di 25’ê Îlona 2019an de şehîd bû, bi rêz û spas hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna Rıza Altun a di lêgerîna maf û rastiyê de û hate gotin ku bîranîna wî tê wateya parastina bîra têkoşînê û nirxên bêhempa yên ku ew li pey xwe hiştine.

FEDA û DAKBê diyar kirin ku li gel zindîkirina bîranîna Rıza Altun, divê hêviya aştiyê, azadiyê û pêşerojeke demokratîk jî were xurtkirin. Her du sazî gotin ku aştiya mayînde bi rûbirûbûna bi rastiyê û avakirina jiyaneke wekhev û azad ji aliyê gelan ve gengaz e.

Di daxuyaniya her du sazî de hat ragihandin ku di 25’ê Îlonê de li Parîsê bernameyeke bîranînê dê were lidarxistin “ji bo bîranîna Rıza Altun û bûn dengê aştiyê, azadiyê û rastiyê”.

Cih û saeta bernameya bîranînê wiha ye:

Cih: Espace Venise – Sarcelles / Paris
Saet: 18.00
Navnîşan: 30 Route de Groslay, 95200 Sarcelles

FEDA û DAKB bang li hemû can, dost û hevalên xwe kirin ku beşdarî vê bîranîna girîng bibin.

Share this content:

Post Comment