LI RIHA ERDHEJA 5.8 MEZINÎ QEWIMÎ
Li Riha erdhejeke bi mezinahiya 5.8 pêk hat. Lerza li navenda bajêr, bi taybetî li Amedê, li gelek bajarên derdorê jî hate hîskirin.
Hat ragihandin ku erdhej li taxa Pînarbaşî ya girêdayî navçeya navendî Karaköprü ya Riha pêk hatiye.
Li gorî daneyên ku Observatuara Kandillî parve kirine, erdhej li kûrahiya 5,4 kîlometreyî ya binerdê û bi mezinahiya 5.8 hatiye tomarkirin.
Rêxistina Rêveberiya Karesatan û Rewşên Awarte (AFAD) jî mezinahiya erdhejê 5.4 ragihand. Li gorî daneyên AFADê, kûrahiya erdhejê 7,39 kîlometre bû.
Share this content:



Post Comment