JI DEM PARTÎ VE REAKSIYONA SERT: DIBISTAN DIBE KISLA Û ZÎNDANA NIWE-AÇIK
DEM Parti Komîsyona Zarokan, li Maraş û Siverek bûyerên tundûtûjiyê yên ku mirinê jî tê de hebûn şîrove kir û polîtîkayên ewlehiyê yên nû rexne kir.
Komîsyonê got ku İçişleri Bakanlığı bi genelgeya xwe dixwaze dibistanan wek “zîndana nîv-vekirî” an jî “kışla” saz bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku van bûyeran ji bo veşartina pirsgirêkên bingehîn û meşrûkirina polîtîkayên zordest têne bikaranîn. Hat diyarkirin ku tundûtûjî tenê pirsgirêkek ewlehiyê nîne û dibistan cihê bingehîn e ku kesayetî û nasnameya zarokan lê ava dibe.
“ÇARE NE EWLEHIYA POLÎSÎ YE”
DEM Partî got ku çareserî di zêdekirina tedbîrên ewlehiyê de nîne, lê di xurtkirina rêberî, şêwirmendiya psîkolojîk û nasîna zû ya xetereyan de ye.
Hat diyarkirin ku danîna polîs, bekçi û amûrên kontrolê li dibistanan nêzîkî pedagojiyê nîne.
“PIRSGIRÊK ABORÎ Û CIVAKÎ YE”
Partî got ku sedemên tundûtûjiyê ne wekhevîya aborî û derxistina civakî ne û divê çareserî li ser van bingehan were kirin.
Di dawiyê de, daxuyaniyê diyar kir ku dibistanek azad, zanistî û demokratîk mimkun e û dê têkoşîn berdewam bike.
Share this content:



Post Comment